Banga siyasetmedar û nivîskarên Bakur: Divê PKK serweriya Herêma Kurdistanê nas bike û rêzê li îradeya mesrû bigire
PeyamaKurd – Nêzîkî 400 siyasetmedar, nivîskar, akademîsyen û rewşenbîrên kurd ên bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar êrîşa PKKê ya ser hêzên Pêşmerge şermezar kirin û bang li PKKê kirin ku divê serwerîya Rêvebirîya Herêma Kurdistanê nas bike û rêzê li îradeya wê ya meşrû bigire.
Nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar û akademisyenên ku Sosyolog Dr. Îsmaîl Beşîkcî jî di nav wan de cî digire, îro Duşemê li ser êrîşa Çemankê ya PKKê û karvedana wê êrîşê li Diyarbekirê daxuyaniyeke hevpar dan.
Di daxuyaniya bi sernavê “Em Kêfa Dijminan Li Xwe Neyînin, Werin Em Li Dora Destkeftinên Xwe Yên Netewî Bibin Yek” hat dayîn de tê gotin:
“Ew êrîşa ku PKKyê di roja 04.11.2020ê de li Başûrê Kurdistanê, li der û dora qezaya Amêdîyê birîye ser hêzên pêşmerge, di eslê xwe de nîşana tune hesibandina meşrûîyeta statuya sîyasî ya federe ya Başûrê Kurdistanê ye û bi tu awayî ne cihê qebûl kirinê ye. Em vê êrîşê şermezar dikin.”
Daxuyaniya hevbeş a siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên Bakurê Kurdistanê wiha ye:
“Wek bi giştî miletê Kurd û bi taybetî jî gelê me yê Başûrê Kurdistanê di dem û pêvajoyeke dîrokî û hesas re derbas dibin.
Dijminên Kurd û Kurdistanê ji bo destkeftinên gelê me yên netewî û dîrokî ji holê rakin tu firsendê ji dest bernadin û gelek planên qirej ên vekirî û veşartî bicîh tînin.
Di pêvajoyeke weha de girîngîya parastina nirx û destketinên me yên netewî, ji her demê zêdetir derdikevin pêş.
Ji ber vê yêkê, ew êrîşa ku PKKyê di roja 04.11.2020ê de li Başûrê Kurdistanê, li der û dora qezaya Amêdîyê birîye ser hêzên pêşmerge, di eslê xwe de nîşana tune hesibandina meşrûîyeta statuya sîyasî ya federe ya Başûrê Kurdistanê ye û bi tu awayî ne cîhê qebûl kirinê ye. Em vê êrîşê şermezar dikin.
Eve demek e ku hebûna PKKyê ya li Başûrê Kurdistanê û çalakîyên wê yên ku îradeya meşrû ya Parlamento, Hikûmet û Serokatîya Herêma Kurdistanê tune dihesibîne, bûye sebebê gelek tengezarîyan.
Lê mixabin, bi vê êrîşa ku di roja 04.11.2020ê de rûdaye, ev alozî û tengezarî gihîştîne merhaleyeke nû ku ev jî cîhê metirsî û fikareyan e.
Tu şik tê de tune ye ku êrîş û şerên bi vî rengî, dê zerareke mezin bide doza rewa ya miletê Kurd û destkeftinên me yên netewî yên li Başûrê Kurdistanê. Êrîş û şerên bi vî rengî tenê ne rîskek li ser destkeftinên Başûrê Kurdistanê ye, herweha li perçeyên din ên Kurdistanê jî dê bibe sebebê birînên kûr ên ku kewandina wan dê gelekî zehmet be.
Pir zelal e ku herî zêde kêfa dagirkeran dê ji vê rewşê were.
Ji ber vê yekê jî, ji bo ku em dereng nekevin, ji bo ku em bikaribin rê li ber nexweşî û têkdanên mezintir bigirin, divê em van tengezarî û alozîyan bi dawî bînin. Ji bo em bikaribin vê bicih bînin divê em sebebên van tengezarîyan ji holê rakin.
Ji bo vê jî divê PKK serwerîya Rêvebirîya Herêma Kurdistanê nas bike, divê rêzê li îradeya wê ya meşrû bigire. PKK divê bi çalakîyên xwe û helwestên xwe yên sîyasî rê ji êrîş û midaxaleyên dewletên mêtingehkar ên li ser Başûrê Kurdistanê re xweştir neke û divê hemû pirsgirêk bi rêya dîyalogê û bi hevdu dîtinan bêne çareser kirin.
Birêz Serok Mesûd Barzanî di gotareke xwe de gotibû ‘’Divê em şerê birakujîyê wek karekî heram bizanibin’’. PKK divê vê nêrîn û gotara Birêz Serok Mesûd Barzanî bi hişmendîyeke berpirsyarane û bi awayekî çêker binirxîne û divê xwe ji helwestên ku dê bibe sebebê têkçûna aramîya Herêma Kurdistanê dûr bixe.
Ji bo ku van pirsgirêkên heyî kûrtir nebin û ji bo nexweşî û êşên nû rû nedin, divê raya giştî ya welatperwer a Kurd, dezgehên sivîl û aktorên sîyasî yên Kurd bi hevdu re helwestekê bigirin.
Li cihê ku em kêfa dijminên xwe bînin, werin em bi hevdu re li dora doza azadî û serxwebûnê ya miletê xwe bibin yek.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin