Polîtburoya PDKê: Divê rêzê li sazî û dezgehên dadwerî û serweriya yasayê bigirin

08 May 2021 16:58 0 dîtin
Polîtburoya PDKê:  Divê rêzê li sazî û dezgehên dadwerî û serweriya yasayê bigirin

PeyamaKurd –  Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi daxuyaniyekê diyar kir, destêwerdana di karûbarên dadgehan de û siyasetkirina babetan, sûdê nagihîne rewşê û ne merc e eger nêrîn û alîgiriya aliyekî nebe biryar, tê wateya ku biryar ne rast in.

Polîtburoya PDKê di daxuyaniya xwe de dide zanîn: ‘‘Di derbarê biryara dadgeha pêdeçûnê ya di derbarê çend kesan de, mixabin çend aliyan dûrî li ber çavgirtina serweriya yasaya deshilata dadweriyê bertek nîşan dan. Em bi pêwîst dizanîn rêzê li sazî û dezgehên dadwerî û serweriya yasayê bigirin. Destêwerdan li karûbarên dadgehan û bi siyasîkirina mijaran sûdê nagihînê vê rewşê. Ne şert e ger dîtin û alîgirtiya aliyekê nebûbe biryar, bê wê wateyê ew biryar ne rast e.’’

Di daxuyaniya Polîtburoya PDKê de hat destnîşankirin: ‘‘Tişta rûdayî eşkere ye. Piştî lêkolîna yasayî ya ji aliyê yasayî û pêwendîdar ve, bi xwe spartina belgeyên li ber destê wan; hewla çend kesan a ji bo têkdana aramî û asayîşa herêma Kurdistanê bûye armanc. Lewra baştir e em bihêlin dezgehên yasayî karê xwe bikin û rêzê li rolê wan werbigirin.’’

Herwiha hat eşkerekirin: “Eger hewl di wê arasteyê de bin, babet bên siyasîkirin û zêdetir weke bangeşeya hilbijartinê bixin ber çavê welatiyan, em jî weke PDKê, gelek mijar hene behsê bikin.’’

Herî dawî Polîtburoya PDKê dibêje: “Hêvîdar in araste û lojîka parastina aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê li pêşiya hemû hewleke din be.”