Îbrahîm Kalin û Letîf Resîd li Bexdayê civiyan: ‘Divê welatên cîran rêzê li serweriya Iraqê bigrin’
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serokê Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin, bi serdaneke neçaverêkirî çûye Iraqê û li Bexdayê bi berpirsên Iraqê re hevdîtin kirine.
Herwiha ofîsa ragihandinê ya Serokomariya Iraqê jî ragihand ku Îbrahîm Kalin û Serokomar Letîf Reşîd roja 22yê Çileyê li Bexdayê civiyane û derbarê naveroka hevdîtinê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, di civînê de, anî ziman ku divê her du welat ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ku çend sal in dewleta Tirk rêjeyek kêm ya avê ji bo Iraqê berdide, lihev bikin.
Letîf Reşîd diyar kiriye ku Iraq ligel welatên cîran ji bo rêzê li serweriya hev bikin û hevdu fêm bikin, kar dike.
Serokomarê Iraqê herwiha gotiye, ew êrîşên yek alî yên welatên cîran ên li ser xaka Iraqê red dikin û êrîş dibin sedema xirakirina ewlehî û aramiya welat.
Li gorî daxuyaniyê, Serokomarê Iraqê ji Serokê MÎTê re gotiye, binpêkirinên Tirkiyê yên li Silêmaniyeyê û bajarên din ên Herêma Kurdistanê bandoreke neyînî li ser têkiliyên di navbera her du welatan de dike û divê welatên cîran rêzê li serweriya Iraqê û ewlehiya gelê wê bigirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin