Mesrûr Barzanî û Letîf Resîd çareserkirina kêseyên Hewlêr-Bexdayê gotûbêj kirin

15 November 2022 20:00 0 dîtin
Mesrûr Barzanî û Letîf Resîd çareserkirina kêseyên Hewlêr-Bexdayê gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 15ê Mijdarê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser destpêkirina gotûbêj û danûstandinên ji bo çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.

Di civînê de li ser guherîn û pêşhatên herî dawî yên Iraq û navçeyê û girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî, bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrê û di çarçoveya karnameya wezarî ya hikûmeta nû ya federal gotûbêj hat kirin.

Hat diyarkirin ku herdu aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike, bi mebesta destpêkirina gotûbêj û danûstandina derbarê çareserkirina kêşeyan de.

Herwiha di beşeke din a civînê de jî behsa girîngiya parastina asayîş, îstiqrar û serweriya Iraqê hate kirin.