Mesrûr Barzanî: Min ji Letîf Resîd xwest ku deshilatên xwe bikar bîne
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser civîna xwe ya îro 14ê îlonê ku li Bexdayê bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd re kiriye, daxuyanî da.
Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê platforma X ragihand, “Min ji Serokomar daxwaz kir ku wek parêzvanê destûrê desthilatên xwe bikar bîne.”
Serokwezîr Barzanî li ser naveroka civîna ligel Serokomarê Iraqê diyar kir: “Me îro ligel Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, rewşa Kerkûk û Şingalê û pirsgirêkên darayî gotûbêj kirin.”
Mesrûr Barzanî da zanîn: “Min ji Serokomar daxwaz kir ku wek parêzvanê destûrê desthilatên xwe bikar bîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin