Mesrûr Barzanî bi Sêx Letîfa Mihemed Bin Rasid Al Mektûm re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya Îmaratê de, îro 12ê Sibatê bi Seroka Desteya Huner û Rewşenbîrî ya Dubey re Şêx Letîfa Mihemed Bin Raşid Al Mektûm re civiya.
Hate ragihandin ku di hevdîtinê de, danûstandin li ser bihêzkirina pêwendî û hevahengiyên dualî di warên hunerî û çandî de hate kirin.
Di beşeke din a civînê de, “Danûstandin li ser pêkvejiyana aştiyane ya Herêma Kurdistanê û berdewamkirina nirxên aştî û tebahiya navbera gelan hatin kirin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li bajarê Dubaî, îro bi Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayîd Al Nehiyan re jî civiyabû. Mesrûr Barzanî, di çarçoveya Lûtkeya Hikûmetan a Dûbaîyê de, heta niha hejmarek hevdîtin bi serok û berpirsên bilind ên cîhanê re kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin