Mesrûr Barzanî û Mihemed Hecî Mehmûd tekezî li yekhelwestiya aliyên Kurdistanê kirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 14ê Kanûnê ligel Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd civiya.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd di civînê de, tekezî li ser girîngiya yekhelwestiya aliyên Kurdistanî kirin.
Herwiha di hevdîtinê de hat destnîşan kirin ku divê aliyên siyasî yên Kurdistanê ji bo bicihkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û karnameya çaksaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevan bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin