Mihemed Hecî Mehmûd: Hilbijartina cenabê Serok Barzanî, pêwîstiyeke dîrokî ye

06 November 2022 23:30 0 dîtin
Mihemed Hecî Mehmûd: Hilbijartina cenabê Serok Barzanî, pêwîstiyeke dîrokî ye

PeyamaKurd- Sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd, piştî Kongreya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi dawî bû, peyameke pîrozbahiyê arasteyî Serok Mesûd Barzanî kir.

Mihemed Hecî Mehmûd, bi rêya peyamekê pîrozbahiya Serok Barzanî kir û got,

“Bi boneya serkeftina Kongreya 14emîn û hilbijartina cenabê we Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê, pîrozbahiya germ li cenabê we û hemû endamên Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê dikim. Hilbijartina cenabê we, ji bo Partiya Demokrat a Kurdistanê û bi taybetî ji bo gelê Kurdistanê bi giştî, pêwîstiyeke dîrokî ya vê qonaxê ye.

Siyaseta we ya hekîmane, ji bo yekxistina navmala Kurdî, bihêzkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û yekdengiya Kurdan a li Iraqê, navçeyê û cîhanê, derfeteke zêrîn e. Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê û qurbanîdana we, belgeyek e ji bo gihandina têkoşîna rewa ya gelê me me û bidestanîna serxwebûnê ye ku xewna gelê Kurdistanê ye.

Cihê şanaziyê ye bi hewil û hîmeta we û dilsoz û xemxwarên Kurdistanê, gelê Kurd di heyama serokatiya cenabê we de bû xwediyê destkefteke dîrokî ya wekî referandumê ku cihê serbilindiya hemû aliyan e. Em bi wê hêviyê ne, tevahiya biryar û rasperdeyên kongreyê bi heman siyaseta cenabê we û Partiya Demokrat a Kurdistanê ku di xizmeta qewareya siyasî ya Herêma Kurdistanê de ye.

Bi vê boneyê, em tekeziyê li yekrêziya hêzên siyasî û xelkê Kurdistanê dikin ku ew jî pêwîstiya wê bi hîmeta cenabê we heye."