Serok Barzanî û Mihemed Hacî Mehmûd gesedanên dawî gotûbêj kirin

09 July 2024 14:21 0 dîtin
Serok Barzanî û Mihemed Hacî Mehmûd gesedanên dawî gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro li Pîrmamê Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mehmûd kir.

Serok Barzanî û Mihemed Hacî Mehmûdê ku di pêvajoya 2018an a referandûma serxwebûna Kurdistanê de hevkariyeke mezin nîşan da û dostaniya xwe ya bi Serok Barzanî re dûpat kir, geşedanên dawî yên li Herêma Kurdistan, Iraq û Rojhelata Navîn gotûbêj kirin.

Baregeha Serok Barzanî di malpera fermî de ragihand ku Serok Mesûd Barzanî îro, li Pîrmamê pêşwaziya Serokê PSDKê Mihemed Hacî Mehmûd kiriye.

Baregehê diyar kir ku di hevdîtina Serok Barzanî û Hacî Mehmûd de rewşa siyasî ya Herêma Kurdistan û Iraqê û geşedanên dawî yên li Rojhelata Navîn hatine gotûbêjkirin.

Ev dîdar, yekem dîdara Serok Barzanî ya piştî serdana wî ya paytexta Iraqê Bexdayê ku bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û gellek serkirdeyê payebilind ên Iraqê re hevdîtinên gring kir bû.