Serok Barzanî salvegera damezrandina PSDKê li Mihemed Hacî Mehmûd pîroz kir

09 August 2021 18:18 0 dîtin
Serok Barzanî salvegera damezrandina PSDKê li Mihemed Hacî Mehmûd pîroz kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 9ê Tebaxê bi boneya salvegera damezrandina Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSDK) peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî sekreter, serkirdayetî, kadir, endam û alîgirên wê partiyê kir.

Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Birayê birêz Kak Mihemed Hacî Mehmûd, Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê

Silaveke germ

Bi helkefta çil û pêncemîn salvegera damezrandina Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û serkirdayetî û kadir û endam û alîgirên we dikim û ji bo we hêviya serkeftinê dixwazim.

Cenabê we û Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê cihekî xwe yê taybet li nav tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê ya di qonaxên cûr bi cûr de hebûye û hêvîdar im ev helkeft bibê cihê pêşveçûna zêdetirê karûbarên partiya we ya têkoşer û herwiha bihêzkirina peywendiya di navbera hemû partî û aliyên siyasiyên Kurdistanê de.

Bimînin di xêr û xweşiyê de.

Mesûd Barzanî