Mesrûr Barzanî 74emîn salvegera damezrandina PDKê û rojbûna Serok Barzanî pîroz kir

16 August 2020 10:16 0 dîtin
Mesrûr Barzanî 74emîn salvegera damezrandina PDKê û rojbûna Serok Barzanî pîroz kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 74emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û rojbûna Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Mesrûr Barzanî got: “PDK xwediyê bi sedan destan û serkeftin û çendîn destkeftên dîrokî bo gelê Kurdistanê bi dest xistine û ji bo hemû xelkê Kurdistanê li hemû parçeyan keleheke pola bûye.”

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Damezrandina PDKê weke partiya demokrat a herî mezin û serdemî ya cemawerî, li cografyaya herî berfireh a seranserê Kurdistanê, werçerxanek bû di xebata rizgarîxwaz a gelê me de, ku hemû azadîxwaz di bin sîwan û rêberiya bavê neteweya me Barzaniyê Nemir de kom bûne û ruhê berxwedan û xweragiriyê di nav hemû nîştimanperweran de zindî kiriye.”

Mesrûr Barzanî bal kişand ser wê yekê ku bi dirêjahiya dîroka tijî serweriya rûbirûbûna zilm û sitem û parastina nasnameya neteweya gelê Kurd, PDK xwediyê bi sedan destan û serkeftin û çendîn destkeftên dîrokî bo gelê Kurdistanê bi dest xistine û keleheke pola bûye ji bo hemû xelkê Kurdistanê li hemû parçeyan û hemû azadîxwazên li seranserê Rojhilata Navîn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di berdewamê de diyar kir: “PDK û Barzanî bûn sembola parastina mafên rewa yên xelkê Kurdistanê. Ji ber vê yekê ye ku êrîşên dijminan, berî hes kesî bi ser PDKê de ye. Baweriya neguhertî ya PDKê di xebata berdewam û xwenetewandin de, wisa kiriye ku li gel alî û partiyên din ên têkoşer, hebûna Kurdistanî were ser nexşeya siyaseta cîhanê.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Serok Barzanî weke rêberekî nîştimanî, çi li bereyên şer li dijî dijmin û terorîstan, çi jî li ser asta dîplomasiya cîhanî, îradeya gelê Kurdistanê serxet û pêkvejiyana gelên Kurdistanê zêdetir berz kir û hêvî û bawerbûna bi xwe ya gelê me bi mafên xwe yên rewa, zindî kir.”

Serokwezîr Barzanî diyar kir ku ew bîranîn îro di demeke wisa de ku Herêma Kurdistanê û navçe ketiye nav qeyraneke dijwar a tendirustî û aboriyê:

“Ji bo derbasbûna vê reşwê, rêya herî baş, berî her tiştî yekrêzî û tebayiya navxwe ya Kurdistanê ye. Ez hêvî dikim ku em hemû alî, bi awayekî berpirsyar şiyana xwe bikin yek, da ku weke her dem, bi ser dijwariyan de bisekinin û hemû kêşeyên deverê jî bi rêya aştî û gotûbêjan çareser bikin. Bi vê boneyê, ez bi taybetî pîrozbahiya malbatên serbilind ên şehîdan û kesûkarên enfalkirî û kîmyabaran û zindaniyên siyasî yên gelê me dikim.”