Serok Barzanî pîrozbahî li Mihemed Hacî Mehmûd û PSDKê kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 8ê Tebaxê bi peyamekê 46emîn salvegera damezrandina Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê (PSDK) li serokê partiyê Mihemed Hacî Mehmûd pîroz kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Di vê bîranînê de pêzanînên me ji bo rol û têkoşîna we ya di tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê heye û em qurbanî û keda we bilind dinirxînin.”
Di destpêka peyamê de Serok Barzanî diyar kir, “Birayê birêz Kak Mihemed Hacî Mehmud Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê. Bi helkefta çil û şeşemîn salvegera damezrandina Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û serkirdayetî û endam û alîgirên partiya we dikim û hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim.”
Serok Barzanî di dewamê de got: “Di vê helkeftê de em hêvîdar in bihêzkirina bingehên birayetî û tebayî ya di navbera aliyan û xizmetkirina berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê de armanca sereke ya hemû aliyan be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin