Serok Barzanî pîrozbahî li Mihemed Hacî Mehmud kir
PeyamaKurd – Serok Barzanî bi minasebeta 42emîn salvegera damezrandina Partiya Sosyalîsta Demokrat a Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
“Birayê minê birêz Kek Mihemedê Hacî Mehmud
Birêz Mekteba Siyasî ya Partiya Sosyalîsta Demokrat a Kurdistanê
Ji bo 42emîn salvegera damezrandina partiya we ya têkoşer germtirîn û xweşiktirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we dikim, li rêya we yê birêz ve jî silav û pîrozbahiya xwe ji bo hemû endam û alîgirên partiya we ya têkoşer re dişînim.
Partiya Sosyalîsta Demokrat a Kurdistanê li roja damezrandina xwe û heta îro rolekî girîng û karîger li xebata rizgarîxwaza gelê me da dîtiye û beşekî girîngê tevgera Kurdayetiye û bi wê navê da hejmarekî zêde şehîd pêşkêşî ax û gelê Kurdistanê kiriye. Rola we ya camêrane û azayaneya birêz Sekreterê Partî û Serkirdayetî û Pêşmergeyên Sosyalîst li şerê têkşikandina efsaneya Da'îş da, wêneyekî rûn ya dilsozî û niştimanperweriya we ye û tu demekî nayê ji bîr kirin.
Salvegera damezrandina partiya we ya têkoşer pîroz bê û hêvîdarim karwana xebata we ya paşarojê, mil bi milê hemû hêzên rizgarîxwazên gelê Kurdistanê de berdewam bê û serkeftî bin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin