Serok Barzanî pîrozbahî li Mihemed Hecî Mehmûd kir
PeyamaKurd - Serok Barzanî ji bo 48emîn salvegera damezrandina Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PSDK) peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd, endam û alîgirên partiyê kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Rêz û hurmeta min ji bo xebat û qurbanîdana we û partiya we ya li tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê de heye.”
Serok Barzanî da zanîn, “Hêvîdar im bi hîmeta hemû aliyek kar ji bo parastina destkeftên gelê Kurdistanê bê kirin û Kurdistan li ser astengî û gefan da bi ser bikeve.”
Peyama Serok Barzanî ya bo 48emîn salvegera damezrandina PSDKê:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Birayê birêz Kak Mihemed Hacî Mehmûd Serokê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê.
Bi boneya çil û heftemîn salvegera damezrandina Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û Endamên Mekteba Siyasî û Serkirdayetî û hemû endam û alîgirên Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê dikim.
Di vê bîranînê de rêz û hurmeta min ji bo xebat û qurbanîdana we û partiya we ya li tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê de heye û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo we dixwazim. Hêvîdar im bi hîmeta hemû aliyek kar ji bo parastina destkeftên gelê Kurdistanê bê kirin û Kurdistan li ser astengî û gefan da bi ser bikeve.
Mesûd Barzanî
8ê Tebaxa 2023an

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin