Serokwezîr Barzanî, pîrozbahî li Muhammed Hecî Mehmûd kir

08 August 2022 16:33 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, pîrozbahî li Muhammed Hecî Mehmûd kir

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser rastlêhatina salvegera damezirandina Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê, peyamameke pîrozbahiyê arasteyî serokê partiyê kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de girîngiya hevahengiya aliyên siyasî anî zimên û got,

“Bi boneya 46emîn salvegera damezirandina Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê, ez germtirîn pîrozbahiyê arasteyî cenabê we, serkirdayetî, endam û alîgirên partiya we ya têkoşer dikim û hêviya serkeftinê ji we re dixwazin.

Di vê bîranînê de em tekeziyê li bihêzkirin û pêşxistina zêdetir a hevahengiya di navbera partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî de dikin. Bi arasteya berevanîkirina li destkeftên niştimanî û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.”

Di 46 salan de 3 serok 

Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê, di sala 1981ê de bi serokatiya Saleh Yusufî hatibû rêvebirin, di sala 1992yan de bi serokatiya Mehmûd Otman çalakiyên siyasî berdewam bûn û herî dawî jî bi serokatiya Muhammed Hecî Mehmûd tê rêvebirin.