Ammar Hekîm pîrozbahî li Serokwezîr Barzanî kir
PeyamaKurd – Serokê Tevgera Hikmeta Niştîmanî ya Iraqê Ammar El Hekîm bi boneya biserxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pîrozbahî li Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.
Ammar Hekîm bi telefonê bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re axivî.
Di wê pêwendiya telefonî de Ammar Hekîm ji bo serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pîrozbahî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir.
Di çarçoveya hilbijartinên dewra şeşem a Parlamentoya Kurdistanê de, roja Yekşemê 20ê Cotmeha 2024, demjimêr 7.00an de, proseya dengdana giştî ya ku li Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebceyê destpê kiribû, piştî saet 18:00an de ku amûrên di proseyê de bi awayekî otomatîk rawestiyan, bi dawî bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin