Letîf Resîd: Piraniya kêseyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatine çareserkirin

03 June 2024 09:04 0 dîtin
Letîf Resîd: Piraniya kêseyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatine çareserkirin

PeyamaKurd – Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd ragihand, piraniya pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê hatine çareserkirin.

Reşîd di daxuyaniyekê de got, "Ez kêfxweş im ku piraniya kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bûne û hêvîdar im di pêşerojê de yên din jî bên çareserkirin."

Reşîdî diyar kir ku budçe û mûçe ji bo welatiyan pêwîst e û got, "Ji ber ku ev yek çavkaniya dahata gelê Kurdistanê ne."

Letîf Reşîd amaje bi wê yekê kir ku nabe budçe û mûçe ti carî bên paşxistin.

Reşîd diyar kir ku ew kêfxweş e hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam çavdêriya mûçe û bûdçeyê dike û tekez jî li ser wê yekê kir ku şanda Herêma Kurdistanê ku bi berdewamî serdana Bexdayê dike, hewlên mezin dane bo bidestxistina encamên erênî di danûstandinan de.