Letîf Resîd: Hikûmetê rê neda komên çekdar êrisî Amerîka û Îsraîlê bikin
PeyamaKurd – Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd di hevpeyvînekê de ya li gel Sky News Arabicê got: “Êrîşên komên çekdar ên iraqî bi saya desttêwerdana rasterast ya hikûmeta iraqî hatine rawestandin û loma nekarîn êrîşî Amerîka û Îsraîlê bikin.”
Her weha amaje bi peywendiyên Hewlêr û Bexdayê jî kir û got, “Sedema pirsgirêkên di navbera her du hikûmetan de kêmbûna qanûnên petrol û gaza xwezayî ye.”
Reşîd da zanîn ku ji bo çareseriyeke radîkal ji vê pirsgirêkê re bê dîtin, dixwazin di vê rûniştina parlamentoyê de qanûna neft û gaza xwezayî were qebûlkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin