Yehya Resûl: Erka me parastina xwepêsanderan û nûnertiyên dîplomatîk e
PeyamaKurd – Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarên Iraqê Yehya Resûl, derbarê xwepêşandanên alîgirên Tevgera Sedir yên li Herêma Kesk a Bexdayê de daxuyanî de.
Di daxuyaniya nivîskî ya Yehya Resûl de, hatiye gotin ku wan ji ber xwepêşandanan hêzên parastinê zêde kirine.
Resûl diyar kir ku hêzên ewlekariyê wê destûrê nedin alozî û pevçûn rû bidin û got, erka wan parastina xwepêşanderan û nûnertiyên dîplomatîk ên li devera Kesk e.
Li gorî amarên Wezareta Tenduristiya Iraqê, di xwepêşandanên doh Şemiyê de, 25 ji wan leşker 125 kes birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin