Yehya Resûl: Em êrîsên ser baregehên Amerîka red dikin!
PeyamaKurd – Berdevkê leşkerî yê Serokwezîrê Iraqê Yehya Resûl, derbarê êrîşên ser baregehên Hevpeymaniya Navdewletî ya Amerîka pêşengtiya wê dike de, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Yehya Resûl bal kişand ser ku hikûmeta Iraqê her cûre êrîşên ser Xezeyê yên Îsraîlê red dike û herwiha êrîşên ser baregehên Hevpeymaniya Navdewletî ku li ser daxwaza hikûmeta Iraqê perwerdê didin hêzên îraqî jî red dike.
Resûl got ku hêzên Amerîkî û hevpeymaniyê li ser daxwaza wan bi fermî li Iraqê dimînin û serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî ferman daye, dûvçûnê li wan komên êrîşkar bike ku dibin sedema nearamiyê li Iraqê.
Hêjayî bibîrxistinê ye, bi taybet piştî destpêkirina şerê Hemas û Îsraîlê, komên milîsên girêdayî Îranî êrîşên xwe yên ser hêzên Amerîkî yên li Iraqê û Sûriyê zêde kirine û hin komên siyasî yên Iraqê jî dixwazin hêzên hevpeymaniyê ji Iraqê bên derxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin