Terorîstên DAISê li Xaneqînê êrîsî ser du gundan kirin: Birîndar hene

11 May 2021 10:59 0 dîtin
Terorîstên DAISê li Xaneqînê êrîsî ser du gundan kirin: Birîndar hene

PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê, şeva borî li sînorê bajarê Xaneqînê êrîşî ser du gundan kirin û di encamê de, du hemwelatî birîndar bûn.

Li gor efserê polîsê bajarokê Gulale Felah Mihemed diyar kiriye: ‘‘Şeva borî, terorîstên DAIŞê li gundê Qula ya navbera bajarokê Gulale û Xaneqînê, êrîşî ser hêzên ewlehiyê û hemwelatiyan kirin.’’

Herwiha da zanîn: ‘‘Heman demê jî li gundê Benî Rikab, hêzên ewlehiyê û hemwelatiyan cuda cuda bersiva êrîşa DAIŞê dan û di encama êrîşê de, du hemwelatiyên sivîl birîndar bûn.’’