Kekrûk | Hêzên ewlehiyê jineke berpirsa DAISê girt

14 January 2023 16:29 0 dîtin
Kekrûk | Hêzên ewlehiyê jineke berpirsa DAISê girt

PeyamaKurd Hêzên ewlehiyê jineke berpirsa rêxistina terorîst a DAIŞê, li sînorê parêzgeha Kerkûkê girt.

Li gor zanyariyan, îro 14.01.2023yê rêveberiya îstixbarata leşkerî ya ser bi Wezareta Berevaniya Iraqê diyar kir, li ser zanyariyên bi hûrgilî, odeya îstixbarat û asayîşa firqeya 14 û bi hemahengiya hêzên lîwaya 6 û 9 a artêşê ve, kemînek li nahyeya Zab a ser bi qeza Hewîce hatiye danîn û jinek hatiye girtin ku berpirsa duyem a Dîwana DAIŞê (El Hesebeyî) ya qeza Hewîce bûye.

Tevî hewldanan jî, di derbarê bûyerê de zanyariyên zêdetir nehatin bi dest xistin.