Yerîlkaya: 3 hêzên ewlehiyê û 2 êrîskar hatin kustin, 15 kes jî birîndar in

23 October 2024 18:58 0 dîtin
Yerîlkaya: 3 hêzên ewlehiyê û 2 êrîskar hatin kustin, 15 kes jî birîndar in

PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di êrîşa ser navenda TUSAŞê ya Enqereyê de 3 hêzên ewlehiyê hatine kuştin û 15 kes jî birîndar bûne. Yerlîkaya got, 2 êrişkar jî hatine kuştin.

Îro danê êvarê li navçeya Kahramankazan Enqereyê bi ser navenda Pişesaziya Feza û Hewayê ya Tirk (TUSAŞ) de, êrîşeke bombeyî û çekdarî hat kirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, piştî êrîşê ragihand ku êrîşeke terorî ye û piştre jî qedexeya weşanê li ser êrîşê hate ragihandin.

Êrîş piştî daxuyaniyên derbarê pêvajoya çareseriyê û banga Serokê MHPê Devlet Bahçelî ya derxistina parlamenê ya Abdullah Ocalan û tesfîyekirina PKKê hate encamdan.