Êrîsê hêzên ewlehiyê kirin û 13 kes hatin kustin

05 August 2022 22:36 0 dîtin
Êrîsê hêzên ewlehiyê kirin û 13 kes hatin kustin

PeyamaKurd – Li Meksîkayê li eyaleta San Luis Patosi li bajarê Rayonê do êvarê grûbekî bi çekan êrîşê ser hêzên ewlehiyê kir û di encamê de 13 kes ji wan hatin kuştin û 4 kes hatin girtin. Ji 4 kesên hatin girtin, 2 ji wan şandin zîndanê û 2 kesan serbest berdan. Operasyon ji aliyê muhafizên sîvîl de hat meşandin.

Mala ku çete reviyabûnê û operasyon ji bo ser hatekirin, mala hucrê bûye û di malê de 27 heb sîlihên giran, dest danîn ser gelek muhîmmatan û 3 alavan. Heman hêza ewlehiyê di operasyona ku dimeşand de, 2 jinên ku hinek cesedan li bajarê San Ciro de Acosta de di arazî de vedişartin, wan desteser kirin.

Rêvebirên eyaleta San Luis Potosi ragihandin ku dê operasyona ser çeteyên rêxistinî dewam dike.