CENTCOM: Zêdeyî 70 êrîsên hewayî hatin kirin
PeyamaKurd – Amerîka zêdetirî 70 êrîşên esmanî li dijî DAIŞê li Sûriyê pêk anîn
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), ji bo ku DAIŞ ji bêîstiqrariya Sûriyê sûd wernegire, doh di tevahiya rojê de zêdetirî 70 êrîşên esmanî li ser kamp û çekdarên wê rêxistinê pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hêzên Fermandariya Navendî ya Amerîkayê di 8ê Kanûnê de bi dehan êrîşên esmanî li dijî kamp û çekdarên DAIŞê li navenda Sûriyê pêk anîn.
Êrîşên li ser serkirde, çekdar û kampên DAIŞê bi mebesta rêgirtin li operasyonên derve yên rêxistina terorîstî û nehiştina wê yekê ku DAIŞê sûdê ji rewşa niha werbigire bo vegerandina naverasta Sûriyê pêk hat. Di operasyonê da zêdeyî 75 hedef hatin xistin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin