SOHR: Di êrîsên hewayî de 4 endamên Hasdî Sabî hatin kustin

08 January 2021 01:56 0 dîtin
SOHR: Di êrîsên hewayî de 4 endamên Hasdî Sabî hatin kustin

PeyamaKurd – Îro ji nava axa Iraqê balafirên bêmirov derbasî axa Sûriyê bûn, êrîş hewayî birin ser 4 kesên ku li dijî qanûn an bi qaçaxî derbasî Iraqê dibûn. 4 kesên hatin kuştin derketin ku endamên Haşdî Şabî ne.

Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ya Sûriyê SOHR ragihand ku bi qaçaxî erebeyekî Haşdî Şabiyê ji Ebûkemalê derbasî Iraqê dibû, bû hedefa balafiran û 4 endamên Haşdî Şabiyê hatin kuştin.

Hat ragihandin ku balafirên bêmirov ji Iraqê bi hewayê ketine û sînorê Iraq-Sûriyê bombebaran kirine. Haşdî Şabî bi sedema destekê bidin rejîma Baas ê ya Sûriyê derbasî Sûriyê dibin.