DAISê li Kerkûk û Diyale êrîsî hêzên iraqî kir: 7 kustî…

28 June 2020 18:23 0 dîtin
DAISê li Kerkûk û Diyale êrîsî hêzên iraqî kir: 7 kustî…

PeyamaKurd - Çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê li nav sînorê parêzgeha Kerkûkê û  Dîyala çend êrîş birin ser hêzên iraqî.

Hat ragihandin ku di êrîşeke ser gundê Rêbîz ê nav sînorên Parêzgeha Kerkûkê de, 3 polîsên federalî yên Iraqê hatin kuştin û yek jî brîndar bû.

Çavkaniyek ewlehiyê li parêzgeha Diyala ‌jî ragihandiye ku ji ber êrîşa DAIŞê li gundekî ser bi bajarokê Ebî Seyda li bakurê rojhilatê parêzgehê, 4 endamên hêzên ewlehiyê hatine kuştin û 3 ji brîndar bûn e.

Herwiha DAIŞê li sînorê parêzgeha Kerkûkê 2 êrîşên din kirin ku şêniyên gundê Macid li başûrê rojavayê Kerkûkê li ber xwe dan û hiştine ku çekdar birevin.