DAISê li Kerkûkê êrîsî hêzên iraqê kir: Efserekî polîsê federal can da
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li sînorê parêzgeha Kerkûkê efserekî polîsê federal ê Iraqê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hate kuştin.
Li gorî daxuyaniya Berdevkê polîsê federal ê Kerkûkê Amir Nûrî, şeva borî terorîstên DAIŞê nêzîkî ofîsa Xalîd li bajarê Kerkûkê bi çeka qenas a segvaniyê gule berdane hêzên polîsê federal ku piştî êrîşê jî vekişiyane.
Hat diyarkirin ku di encama gule berdanê û êrîşa terorîstên DAIŞê de efserekî polîs ê bi payeya neqîb jiyana xwe ji dest daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin