DAISê li Kerkûkê êrîsî 3 xalên hêzên Iraqê kir
PeyamaKurd – Rêxistina terorîst DAIŞ liv û tevgera xwe ya li derdora Kerkûkê van demên dawî zêde kirine û êrîşên ser hêzên Iraqî berdewam dikin.
Hat ragihandin ku doh bi şev li nêzî çiyayê Xere, Meryem Beg û bajarê Ebasiyeyê yên ser bi Kerkûkê ve, çekdarên DAIŞê êrîşî hêzên Iraqê kir.
Li gorî zanyariyan êrîşa yekem di saet 23:00an de li herêma Meryem Beg a dikeve ser bajarokê Ebasiye hatiye kirin û Lîwaya 16an a Heşdî Şeebî û polîsên federalî yên Iraqê kirine armanc.
Çekdarên DAIŞê di heman saetê de li Dubizê jî êrîşa duyem li nêzî çiyayê Xere ku dikeve ser bajarokê Dubiz êrîşî polîsên Iraqê kir û heta derengiya şevê şerê di navbera DAIŞê û hêzên polîsan de dewam kir.
Dîsa heman şevê çekdaran li herêma Tirkelan jî êrîşî hêzên Iraqê kir ku hîn derbarê wan êrîşan de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn û nehat zanîn bi çi ziyan çêbûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin