DAISê li Kerkûk û Diyalayê êrîsî Hesda Seibiyê û hêzên Iraqê kir
PeyamaKurd – Rêxistina terorê ya DAIŞê di demên dawiyê de êrîşên xwe yên li Iraqê û herêmên Kurdistanî zêde dike û herî dawî jî êrîşî Kerkûk û Diyalayê kir. Di êrîşan de li Kerkûkê 4 çekdarên Heşda Şeibiyê û li Diyalayê jî serbazekî Iraqî hat kuştin.
Çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê îro dane sibehê li Diyalayê êrîşî hêzên ewlehiya Iraqê kirin û tê gotin ku di encama wê êrîşê de mirî û birîndar hene.
DAIŞê li qezayê Taze ya Kerkûkê êrîşî hêzên Heşda Şeibiyê kir û di encamê de 4 endamên Heşda Şeibiyê kuştine.
Li navçeyên Daquq û Dubizê yên Kerkûkê jî 2 endamên Heşda Şeibiyê birîndar bûne.
Herwiha Navenda Çapemeniya Asayişa Kerkûkê daxuyaniyek da û diyar kir ku li herêma Gayda ya ser bi Kerkûkê ve 3 endamên rêxistna DAIŞê hatine kuştin.
Ji aliyê din ve li herêma Mexîs a ser bi Diyalayê ve jî DAIŞê êrîşek biriye ser hêzên asayîşa Iraqê lê derbarê wê bûyerê de zanyariyên zêdetir nehatin parvekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin