DAISê êrîsî Kerkûk û Diyalayê kir: Kustî û birîndar hene

13 April 2020 00:27 0 dîtin
DAISê êrîsî Kerkûk û Diyalayê kir: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Rêxistina terorîst DAIŞê îşev li Kerkûk û bakurê rojhilatê Diyala yê Celewlayê êrîşî hêzên iraqî kir.

Li gorî zanyariyên destpêkê di êrîşa DAIŞê ya gundê Mensûriye yê başûrê rojavayê Kerkûkê de, li Mîhwera Mela Ebdullah polîsekî federalî yê Iraqê hatiye kuştin.

Tê ragihandin ku çekdarên DAIŞê xwe di nava gundekî de veşartine û ji aliyê hêzeke mezin a ewlekarîya Iraqê ve jî hatine dorpêçkirin.

DAIŞê êrîşa din jî dîsa îro li devera Şêx Baba li sînorê nahiya Celewla, li bakûrê rojhilatê Dîyala pêk aniye ku hêzên ewlekarîyê dest bi operasyonekê li dijî çekdarên DAIŞê kirine.