Li Kerkûkê çekdarên DAISê êrîsî polîsên federal kirin: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd – Li başûrê Kerkûkê çekdarên DAIŞê êrîşî ser polîsê federal kirin û di encamê de du polîs hatin kuştin û sê polîs jî birîndar bûn.
Çekdarên DAIŞê do şev li gundê Hemraniye yê ser bi bajarokê Riyaz ê li başûrê Kerkûkê, êrîşî hêzên polîsê federal kirin.
Li gor zanyariyan, piştî rûbirûbûn û şerê navbera her du aliyan, du polîs hatin kuştin û sê polîs jî birîndar bûn.
Ji ber DAIŞê li sînorê parêzgeha Kerkûkê serdest e û bi taybetî jî li deverên madeya 140 ji ber vekişîna hêzên Pêşmerge û çêbûna valahiya ewlehiyê, çekdarên DAIŞê bi awayekî berdewam êrîşî hêzên Iraqî dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin