DAISê rêya Kerkûk û Bexdayê birî û êrîsî Hesda Seibî kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li nehiya Amirlî ya navçeya Xurmatû ya Kerkûkê, di navbera milîseyên Heşda Şeibî û DAIŞê de şer derketiye û 2 şifêr birîndar bûne.
Li gorî zanyariyan, şeva borî DAIŞê rêya Kerkûk û Bexdayê biriye û êrîşî hêzên Heşda Şeibî kiriye û di wî şerî de jî 2 şifêrên TIRan birîndar bûne.
Berpirsê Asayîşa Xurmatû Husên Elî ew bûyer piştrast kir û ragihand, terorîstên DAIŞê bi 5 motorsikletan rêya Kerkûk û Bexdayê birîne û li wir şer di navbera wan û Heşda Şeibî de rû daye û 2 şifêr birîndar bûne ku ew rakirine nexweşxaneyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin