Xwepêsanderan rêya Kerkûk-Bexdayê girt

23 June 2024 13:01 0 dîtin
Xwepêsanderan rêya Kerkûk-Bexdayê girt

PeyamaKurd – Hate ragihandin îro 23yê Hezîranê li sînorê qeza Xalis xwepêşandanan dest pê kir û xwepêşanderan rêya navbera Bexda û Kerkûkê ji çûnûhatinê re girt.

Li gorî ragihandina medya Iraqê, ji ber kêmbûna xizmetguzarî û nebûna elektrîkê rûniştvanên gundekî qezaya Xalisê dest bi xwepêşandanê kirin û rêya sereke ya navbera Bexda û Kerkûkê daxistin.

Hate diyarkirin, rûniştvanên gundê Cîzan a qezaya Xalis, ji ber kêmbûna xizmetan û herwiha kêmbûna ava vexwarinê ya rûniştvanên gund xwepêşandan dane dest pê kirin.

Xwepêşander dibêjin, eger bilez aliyên pêwendîdar bi awayekî bilez ber bi wan daxwaziyan ve neyên ew ê xwepêşandan berdewam bikin.