Alîgirên Hesda Seibî ji bo nehêlin Partiyên Kurdistanê vegerin rêya Kerkûk-Hewlêrê girtin

15 March 2021 16:46 0 dîtin
Alîgirên Hesda Seibî ji bo nehêlin Partiyên Kurdistanê vegerin rêya Kerkûk-Hewlêrê girtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Duşemê alîgirên komên bi ser Heşda Şeibî ve, bi hinceta ku Partiyên Kurdistanê nevegerin Kerkûkê baregehên xwe yên dagirkirî wernegirin, rêya Kerkûk-Hewlêrê daxistin.

Li gorî zanyariyên medya Kurdistanê, alîgirên Heşda Şeibî ji demjimêr 12.00ê nîvro ve rêya Kerkûk û Hewlêrê girtine û nahêlin çûnûhatin çêbibe.

Hat zanîn ku yên kom bûne Ereb in û hatine ber Encûmena Serkirdayetiya Berê ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku niha Baregeha Operasyonên Hevbeş e.

Alîgirên Heşda Şeibî dibêjin, bila baregeha ku navenda PDKê ye bi ti awayî radestî wan neyê kirin û partiyên Kurdistanê venegerin Kerkûkê.