'Hesda Seibî endam û alîgirên PDKê digire û pistî demekê jî azad dike'

02 June 2019 19:07 0 dîtin
'Hesda Seibî endam û alîgirên PDKê digire û pistî demekê jî azad dike'

PeyamaKurd - Berpirsê lijneya navçeya PDKê li bajaroka Xursabad a ser bi parêzgeha Mûsilê Hebîb Kakeyî got, gelek rewşên girtina alîgirên PDKê li Xursabadê hatine tomarkirin ku Heşdî Şeibî bi berdewamî endam û alîgirên PDKê digire.

Li gor BasNewsê Berpirsê lijneya navçeya PDKê li Xursabad a ser bi nahyeya Başîkê ya girêdayî parêzgeha Mûsilê Hebîb Kakeyî wiha axivî:

“Heşdî Şeibî vê dawiyê gelek caran heval û alîgirên PDKê girtin û lêkolîn û lêpirsîn ligel wan dike û heman rojê de jî azad dike. Her kesekî ku tê girtin û girêdayî PDKê be çend demjimêran digire û lêkolînê ligel dike û piştre Heşdî Şeibî azad dike. Heşdî Şeibî vê yekê dike ku alîgirên PDKê bitirsin û xelk dûrî PDKê bikeve. Bi tometên cuda heval û alîgirên me yên PDKê li Xursabadê tên girtin. Heşdî Şeibî binke û xalên xwe danîne hemû hewldanan dikin ku rêgiriyê li heval û alîgirên PDKê bike.”

Kakeyî got: “Em wisa dibînin ku Heşdî Şeibî dixwaze heval û alîgirên PDKê bitirsîne ku ji partiya xwe dûrbikevin. Lê xelkê me berdewam peyvendiyê bi me re dikin û li bendê ne em wegerin Xursabadê û ewlehî jî li deverê nemaye û xelk nikare bi azadî ti tiştekî bike.”