Serokê Parlamentoya Kurdistanê: Em pîrozbahiyê li hemû endam û alîgirên PDKê dikin

16 August 2022 13:32 0 dîtin
Serokê Parlamentoya Kurdistanê: Em pîrozbahiyê li hemû endam û alîgirên PDKê dikin

PeyamaKurd – Serokê Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq ji bo 76emîn damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî Serok Barzanî û Mekteba Siyasî ya wê partiyê kir.

Seroka Parlamentoya Kurdistanê îro ji bo 76emîn saliya damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî Serok Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir û eşkere kir: “Em pîrozbahiyê li hemû endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dikin.”

Rêwaz Fayeq di berdewamiya peyama xwe de eşkere kir: “Em hêvîdar in ku ev salroj di vê qonaxa girîng û hestiyar de bibe çavkaniya geşepêdana zêdetir di xebata hizbî û siyasî û pêngavên ji bo girêdana xetên neteweyî yên yekrêzî û yekgirtina gelê Kurd û bidestxistina hemû maf û azadiyan, avakirina aramiya siyasî û civakî, em careke din we pîroz dikin, her tim serkeftî û serfiraz bin."