Serokê Herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê parve kir

17 November 2023 13:59 0 dîtin
Serokê Herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê parve kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta roja ziman û çandên Tirkmenan, peyameke pîrozbahiyê parve kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de pîrozbahiya Tirkmenên Herêma Kurdistanê dike û dibêje: Herêma Kurdistanê wê her bimîne welatê pêkvejiyanê.

Îro roja Înê, 17ê Mijdara 2023ê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li tora civakî ya “X”ê daye zanîn, “Ez roja ziman û çandên Tirkemnan li tevaya xûşk û birayên Tirkmen li Herêma Kurdistanê pîroz dikim”.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî gotiye, “Em hemî piştevaniya xwe ji bo pêkhata Tirkmenan û tevaya pêkhatên neteweyî û olî yên Herêma Kurdistanê tekez dikin”.

Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kiriye, “Em hemî aliyan piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê dê her bimîne welatê pêkvejiyanê”.

Di rûniştina Perlemana Kurdistanê ya roja 25ê Berçileya 2019ê de, roja 25ê Şibatê wekî roja rojnamevaniya Tirkmenî û roja 17ê Mijdarê jî wekî roja fermî ya ziman û çandên Tirkmenan hatin nasandin û bi dengên piraniya perlemantaran hatin pejirandin.