Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Liz Truss kir

06 September 2022 21:40 0 dîtin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li Liz Truss kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema ku Liz Truss bû serokwezîra Brîtanyayê peyamekî pîrozbahiyê belav kir. Barzanî peyama xwe di ser hesabê xwe yê Twitterê de belav kir û weha got:

“Bi sedema Liz Truss ji bo serokatiya Partiya Muhafazakar hat hilbijartin û bû serokwezîra Brîtanyayê wê pîroz dikim. Di wezîfa wê de jê re serkeftinê dixwazim. Ji bo pêwendiyên me yên xwurt û qiymetên me yên hevpar pêşdetir bibin, çaverê me ku em bi hevre bixebitin.”

Di 7 ê temmûzê de serokwezîr Boris Johnson ji serokatiya partiya muhafazakar ya Brîtanyayê îstîfa kiribû û ji bo di şûna Johnson de bê hilbijartin Liz Truss têkoşîneka baş dabû û piraniya dengên endamên partiyê sitend. Liz Truss, piştî Margaret Thacher û Teresa May serokwezîra sêyem ya jine ku bû serokwezîra Brîtanyayê.

Liz, sibê ji bo hukumeta nû ava bike wê ji qralîçe Elizabeth II wezîfe bistîne. Piştî avakirina hukumetê li pêşiya Liz gelek mijarên zor û zahmet hene ku wan çareser bike: Enflasyon, jiyana biha, enerjiya bihayê wê zêde, grevên mezin yên karkeran û karên siyaseta derve.

Mary Elizabeth Truss di sala 1975 an de hatiye dinyayê. Li zankoya Oxfordê beşa felsefe, siyaset û aboriyê xwendiye. Di sala 2020 an de bû parlementer û di hukumeta David Kamerun de bû wezîra perwerdê.

Ji 15 ê êlûna sala 2021 û heya niha wezîra karên derve ya Brîtanyayê ye. Di qada navdewletî de bi setrbûna xwe tê naskirin.