Serokê Herêma Kurdistanê peyameke serxwesiyê bo Dr. Mezher belav kir

17 March 2021 13:59 0 dîtin
Serokê Herêma Kurdistanê peyameke serxwesiyê bo Dr. Mezher belav kir

PeyamaKurd – Li ser koça dawî ya rewşenbîr û dîrokzanê Kurd Prof. Dr. Kemal Mezher, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, peyameke serxweşiyê belav kir.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê wiha ye:

Gelek bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya zana û dîroknivîsê mezin ê Kurd Profesor Dr. Kemal Mezher gihîşt min.

Xwedê jêrazî, hemû jiyana xwe ji bo tomarkirin û rastkirina zanistiyaneya dîroka gelê xwe re terxan kir û li wê rêyê ve xizmeteke mezin bi netewe û niştimana xwe kir û gencîneyekî bi nirx ji bo me bi cîh hişt.

Ji destdana Dr. Kemal Mezher, ziyaneke mezin e û bi vê helkefta xemgîn ve hevxemiya xwe ji bo malbat û kesukarên birêz derdibirîn. Ji xwedayê mezin hêvîdar in, xwedê jêrazî bixe ber himbêz û dilovaniya xwe û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşe.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

16.03.2021