Serokê Parlamentoya Kongoyê: Em li Efrîqayê girîngiyê didin doza xelkê Kurdistanê

22 September 2023 11:30 0 dîtin
Serokê Parlamentoya Kongoyê: Em li Efrîqayê girîngiyê didin doza xelkê Kurdistanê

PeyamaKurd – Serokê Parlamentoya Kongoyê eşkere kir, girîng e dengê xelkê Kurdistanê li Neteweyên Yekgirtî hebe û dibêje, divê her kes li cîhaneke baştir bijîn.

Serokê Parlamentoya Kongoyê li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê do Pêncşemê, di çarçoveya 78emîn civîna salane ya komeleya giştî ya Neteweyên Yekgirtî de ji K24ê re daye zanîn, gelek girîng e ku dengê hemû aliyan li Neteweyên Yekgirtî hebe, bi taybetî ji bo xelkê Kurdistanê.

Serokê Parlamentoya Kongoyê diyar kiriye, li temamê cîhanê pêwîstiya asayîş û aştiyê heye û divê her kes li cîhaneke baştir bijîn.

Di berdewamiyê de bal kişandiye ser wê yekê ku ew li Efrîqayê girîngiyidin doza xelkê Kurdistanê, bi wê yekê em hemû beşek in ji mirovahiyê.

Herî dawî Serokê Parlamentoya Kongoyê hêviya serkeftinê ji bo xeê dlkê Kurdistanê di rûbirûbûna hejarî, demokrasî û azadiyê de xwestiye.