Hêzên ewlekariya Iraqê nehistin alîgirên Hesda Seibî bikevin Herêma Kesk
PeyamaKurd - Alîgirên çekdarên Heşda Şeibî û komên girêdayî wê ku di hilbijartinên 10ê Cotmehê yên Iraqê de bi ser neketin, li Bexdayê xwepêşandanên xwe li Herêma Kesk didomînin.
Xwepêşandanên komên nerazîyên encamên hilbijartinan ji hefteya borî ve li Herêma Kesk a Bexdayê bi çalakiyên konvedanê xwepêşandanên xwe berdewam dikin ku Komîseriya Heşda Şeibî şevê din biryar daye bergiriyên hêzên ewlekariyê bişkîne û bi zorê bikeve herêma Kesk.
Hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê hewldana wan têk biriye. Koma bi navê Esaib Ehil El-Heq a girêdayî Heşda Şeibî ji ber encamên hilbijartinan gef xwaribû.
Hêjayî gotinê ye di hilbijartinên parlamantoyê yên di 10ê Cotmehê de hevpeymana El-Fetih a Heşda Şeibî û komên çekdar piştgiriya wê dikin kursîyên xwe yên parlamenê kêm kiribûn ku ji vê encamê nerazî ne û dibêjin, di hilbijartinan de sextekarî hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin