Hêzên ewlekariya Iraqê îro cardin xwîn rijandin

21 July 2018 00:37 0 dîtin
Hêzên ewlekariya Iraqê îro cardin xwîn rijandin

PeyamaKurd - Li Iraqê hêzên ewlekariyê bi tundî bersiv dane xwepêşandanan. Li Dîwaniyeyê xwepêşanderek hate kuştin û li Bexdayê jî bi gaza rondikrêj hatine belavkirin.

Bi armanca protestokirina kêmbûna xizmetguzariyan îro careke din li Bexda, Besra û çend bajarekî din ê Iraqê xwepêşandan hatine kirin.

Çavkaniyekî ji Nexweşxaneya Dîwaniyeyê ji ajansa AFPê re ragihand, ku di dema xwepêşandanan de xwepêşanderekî 20 salî bi çek hate kuştin.

Herwiha hêzên ewlekariyê bi tundî bersiv dane xwepêşanderên paytext Bexdayê.

 Îro ji bilî Bexda û Dîwaniye, li bajarên Besra, Necef, Zîqar, Wast, Mûsenna û Mîsanê jî xwepêşandan hatine kirin.

Xwepêşanderan dirûşmên li dijî gendeliyê bilind kirin û daxwaz kirin xizmetguzariyên sereke werin dabînkirin.