Kazimî: Hêzên ewlekariya Iraqê roleke sereke di kustina xelîfeyê DAISê de lîst

04 February 2022 12:36 0 dîtin
Kazimî: Hêzên ewlekariya Iraqê roleke sereke di kustina xelîfeyê DAISê de lîst

PeyamaKurd Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Mistefa Kazimî bi peyamekê pêşwazî li kuştina xelîfeyê DAIŞê Ebû Ibrahîm el-Haşimî el-Qureyşî kir.

Mistefa Kazimî diyar kir: “Hêzên ewlekariya Iraqê roleke sereke di kuştin û girtina terorîstên DAIŞê li hundirê Iraqê û komkirina zanyariyên istixbaratî de hene ku di dawiyê de bû sedema kuştina serkirdeyê wê rêxistina terorîstî.”

Berdevkê Fermandarê Gitî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Lîwa Yehya Resûl jî destnîşan kiriye: “Istixbarata Iraqê derbarê Ebû Ebdullah Qardaş zanyariyên hûr û giring dane Hevpeymaniya Navdewetî.”

Herwiha bi gotina Yehya Resûl, zanyariyên Istixbarata Iraqê bûne sedema eşkerebûna cihê Ebû Ebdullah Qardaş û kuştina wî.|