Kazimî: Bi temambûna erka ser re hemû hêzên biyanî ji Iraqê hatin vekisandin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî derbarê vekişîna hêzên Amerîka û Hevpeymaniyê li Iraqê de got, erkê hêzên şerker ên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Iraqê bi dawî bûye.
Mistefa Kazimî li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Bi temambûna erkên şer ên Hevpeymaniyê, hemû hêz û alav û kelûpelên şer ji Iraqê hatiye vekişandin û ji bo derveyî welat hatine veguhestin.”
Kazimî destnîşan kir: “Rola Hevpeymaniyê, dibe şêwir û piştevanî û ev jî li gor encamên gotûbêja stratejîk a navbera Iraq û Amerîkayê hatiye holê.”
Serokwezîrê Iraqê spasiya Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê û cîranên Iraqê jî kir ku piştevaniya wan a ji bo Iraqê di şerê dijî DAIŞê de çêbûye û amadebûna hêzên Iraqê ji bo parastina gelên Iraqê anî ziman.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin