Xamaneyî: Hemû hêzên berxwedanê li gel Hizbullahê ne
PeyamaKurd - Rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Xamaneyî diyar kir ku hemû hêzên berxwedanê li gel Hizbullahê ne.
Piştî angaşta Îsraîlê ya ku serokê Hizbullahê Hesen Nasrallah di encama hêrişa Îsraîlê de hatiye kuştin, Rêberê Olî yê Îranê Alî Xamaneyî bi daxuyaniyekê diyar kir ku hemû hêzên berxwedanê li gel Hizbullahê ne û tekez kir ku siberoja Lubnanê wê ji aliyê hêzên berxwedanê yên bi pêşengiya Hizbullahê ve diyar bibe.
Xamaneyî di daxuyaniya xwe de got: "Bi destûra Xwedê wê Lubnan dijminan poşman bike."
Artêşa Îsraîlê îro bi daxuyaniyekê angaşt ku "di hêrişa duh a danê êvarê ya li dijî baregeha navendî ya Hizbullahê ya li herêma Dahiye ya li başûrê Beyrûtê de, Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nasrallah, Fermandarê payebilind ê Hizbullahê yê başûrê Lubnanê Alî Kerakî û çend fermandarên din ên Hizbullahê hatine kuştin.
Heşda Şeibî duh (27.09.2024) danê êvarê dabû zanîn ku Nasrallah hîn sax e.
Artêşa Îsraîlê ku ji 8ê Cotmehê vei dijî Hizbullahê hêrişên xwe yên sînordar didomîne, ji 23ê Îlonê vir ve, li dijî baregeh û avahiyên Hizbullahê yên li herêmên Bakaa û Baalbekê û gellek deverên Lubnanê bi sedan hêrişên esmanî pêk anî.
Li gorî rayedarên Lubnanê, di hêrişên asmanaî yên dijwar ên Îsraîlê de 748 kesan can daye û nêzîkî 150 hezar kes jî li hundirê welat koç kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin