Çarçoveya Hemahengiyê: Divê bi hemû hêzên Kurdistanî re li ser destûrê lihevkirin bê kirin
PeyamaKurd – Çarçoveya Hemahengiyê ya bi serokatiya Şîe ragihand, heta niha derbarê hinek madeyên destûrê de tu rêkeftineke siyasî nehatiye kirin.
Mehmûd Heyyanî yek ji berpirsên Çarçoveya Hemahengiyê di daxuyaniyekê de ragihand, tu rêkeftinek di navbera aliyên siyasî de derbarê guhertina çend madeyên Destûra Iraqê de çênebûye.
Heyyanî amaje bi wê yekê jî kir ku bêyî rêkeftineke siyasî tu guhertinek di destûrê de nayê kirin û got, di vê proseyê de pêwîstî bi referandomê heye û eger her sê parêzgehan li dijî wê yekê dengên xwe bidin, wê ev prose têk biçe.
Heyyanî herwiha tekez kir, divê derbarê guhertina destûrê de li gel hemû hêzên Kurdistanî lihevkirinek pêk were.
Rayedarê Çarçoveya Koordînasyonê diyar kir, ji bo guhertina destûrê pêwîstî bi dem û pêvajoyeke dirêj a muzakereyê heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin