Demîrtas: Divê HDP û hemû hêzên din ji bo astiyê zêdetir însiyatîf werbigirin
PeyamaKurd – Di nivîseka ji aliyê malpera Medyascope ve hat belavkirin de, Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş, behsa rewşa siyasî û civakî ya Tirkiyê kir. Demîrtaş dibêje, divê HDP û hemû hêzên din ên demokrasiyê, ji bo aştiyê zêdetir însiyatîf werbigirin û nexşerêyekê “ji bo derketina ji vê krîzê diyar bikin.” Demîrtaş dide zanîn: “Divê HDP ziman û şêwazê siyaseta xwe jî li gor van armancan rêk bixe.”
Selahattîn Demîrtaş, rexneyên tund li desthilata Tirkiyê girt û destnîşan kir: “Ji bilî aştî û pêkvêjiyanê, bijardeyek din li ber me nîne.” û bûyera li Garê jî wek nimûneyeke trajedîk ji bo bibîrxistina girîngiya aştiyê binav kir.
Demîrtaş da zanîn, lêgerîneke desthilata Tirkiyê ji bo aştiyê nîne û “tiştek nîne ku desthilat ji bo parastina kursî û bidestxistina dengan neke” û diyar dike ku nabe civak xwe radestî vê siyasetê bike û “pêdivî bi îradeyeke cidî heye.”
Demîrtaş di berdewamiya nivîsa xwe de dibêje, berpirsyariyeke mezin a opozisyonê heye ku aştiya navxwe pêk bîne û tekez dike: “Gelek hewlên HDPê hene di vê mijarê de, lê divê rêveberiya HDPê şêwazê siyaset û zimanê xwe jî li gor van armancan rêk bixe. Zelal e ku girtina HDPê ti sûdek ji bo aştiyê nîne. Hêvîdar im ji bo hesabên erzan nekevin nav xeletiyeke wiha.”
Hevserokê Berê yê HDPê eşkere dike, li şûna çek û tundûtûjiyê, divê siyaseta demokratîk wek rêbaza çareseriyê esas bê girtin û diyar dike: “Divê helwest û ziman jî li gor wê yekê bê rêkxistin û cîbicîkirin. Eger em bikarin vê yekê bikin, ya piştî wê ne zehmet e.”
Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş, ji sala 2016an ve li bajarê Edîrnê, di girtîgehê de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin