Xefacî: Divê hemû çekdar û hêzên biyanî û ne qanûnî ji Sengalê derkevin
PeyamaKurd – Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ya Artêşa Iraqê, di daxuyaniyekê de diyar kir û got, divê hemû çekdar û hêzên biyanî û ne qanûnî ji Şengalê derkevin.
Li gor Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ya Artêşa Iraqê Tehsîn Xefacî di civîneke rojnamevanî de destnîşan kir, ji bilî hêzên ewlehiyê yên fermî, bi ti awayî rê nayê dayîn ku komên çekdar li nav Şengalê bimînin.
Xefacî eşkere kir, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar yên Iraqê, Mistefa Kazimî rijd e li ser cîbicîkirina rêkeftina Şengalê, ku di 9ê Cotmeha borî de, di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmzekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin