Ji Siûdî û Sûriyê daxuyaniya hevbes: Divê hemû hêzen çekdar bên derxistin!

13 April 2023 19:03 0 dîtin
Ji Siûdî û Sûriyê daxuyaniya hevbes: Divê hemû hêzen çekdar bên derxistin!

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad doh 13ê Nîsanê serdana Erebistana Siûdî kir û piştî 12 salan cara yekem rûbirû bi Wezîrê Derve yê Siûdî Feysel Bin Ferhan rev civiya.

Hat ragihandin ku piştî hevdîtinê daxuyaniyeke hevbeş hat dayîn û herdu welatan daxwaza  “parastina serweriya axa Sûriyê” û “nehîştina hemû hêzên çekdar” ên li Sûriyê kirin.

Li gor ajansa nûçeyan a Sûriyê SANA, Feysel Miqdad û şandeya pê re li Balafirxaneya Ciddeyê ji aliyê Cîgirê Wezîrê Derve yê Siûdiyê Welîd El-Xirêcî û hejmarek berpirsên wezareta derve ya Siûdiye ve hatine pêşwazîkirin.

Di civînekê de her du aliyan pêşwazî li pêngavên ji bo normalkirina têkiliyên Sûriye-Siûdiyê kirin. Her du wezîran herwiha pêşwazî li vekirina balyozxaneyan û herwiha destpêkirina geştên esmanî yên di navbera her du welatan de kirin.

Feysel Miqdad û Feysel Bin Ferhan tekezî li ser bidawîkirina destwerdana derve di nav karûbarên navxwe yê Sûriyê de, bihêzkirina hevrêziya di têkoşîna dijî bazirganiya madeyên hişbir de û vegerandina Sûriyê bo nav Komkara Erebî jî kirin.

Di daxuyaniya hevbeş de, wezîrên derve yên Sûriyê û Siûdiyê dane xuyakirin ku divê Sûriye tevahiya axa xwe kontrol bike, û dawî li hebûna milîsên çekdar li Sûriyê were anîn.

Her du wezîran behsa pêngavên pêwîst ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re kirin, di nav de jî vegerandina Sûriyê bo nav jîngeha wê ya erebî.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Erebistana Siûdî yek ji wan welatên erebî ye ku ji destpêka krîza Sûriyê ve di sala 2011an de, pêwendiyên xwe ligel Şamê qut kiribû û piştgiriya komên opozisyonê dikir ku hewla rûxandina Beşar Esed didin û paşê bi piştgiriya Siûdiyê endamtiya Sûriyê di Komkara Erebî de jî hatibû rawestandin.

Rejîma Esed ev demek e di çarçoveya normalkirina pêwendiyên bi welatên erebî de, danûstandinan dike û herî dawî jî hevdîtin bi wezîrên derve yên Misir û Urdinê re hatibûn kirin.

Amerîka her çiqas li dijî normalbûna bi Esed re ye jî bertekên tund ji welatên bi rejîma Sûriyê re danûstandinê din nîşan nade, lê dorpêçên li ser hikûmeta Sûriyê berdewam dikin.